Çîrokên Semedê Bêhrengî 1

101 kr

Di çîroka Masîreşê Biçûk de hîm û nirxên herî sereke; azadî, meraq, xwesazkirin û serfirazî ne. Mamoste Bêhrengî van hemû hîm û nirxan bi çavê Masîreşa Biçûk nîşan dide û Masîsor dide dû rêça azadîxwaziya Masîreşa Biçûk.
Serboriya Kuliyeke Berfê her çiqas çîrokeke kurt be jî wateya wî ji bo zarokan gelek girîng e. Lewra di vê çîrokê de em dibînin ku kuliyeke berfê ya biçûk jî naxwaze nêzîkê zarokên xirab bibe. Siruşt bixwe jî ji xirabiyê direve…
Xoxek û Hezar Xox hesasiyeta dar û siruştê nîşanê me dide. Armanc û daxwaza mamoste Bêhrengî ev e ku em çiqas hizir nekin jî siruşt candar e û jiyana mirovan li ser vê siruştê bi tesîr e…
Di çîroka Du Pisîkên Li Ser Dîwarî de nivîskar dixwaze bi me bide zanîn ku nakokî û dijberî bikeve nava kes, kom an jî rêxistinan her du alî jî têk diçin û zirarê dibînin. Divê ji bo berjewendiyên xwe mirov û rêxistin nakokiyên xwe daînin aliyekî heta ku bigihîjin miradê xwe.
Di çîroka Bîst û Çar Saetên Rojê de hest û jiyana zarok û malbatên xizan dide ber çavan û rengê dinyaya ku zarok di xiyalê xwe de ava kiriye, nîşanê xwediyê dilan dide…
Di metna Çîroka Hezkirinê de zarok dikevin nava dunyayeke fantastîk û di vê çîrokê de li hember pozbilindîyê şer dikin û bi ser dikevin. Çîroka Hezkirinê ji aliyên xwe yên fantastîk ve dişibe çîroka me ya navdar Memê Alan…
Mamoste Bêhrengî di Kurikê Pincarfiroş de heman bext û qederan dinirxîne û dixwaze nîşan bide ku mirov dikare bextê xwe yê reş biguherîne.
Telxûn ew çîrok e ku dixwaze nîşan bide bi xwesteka dilan tişt naçin serî û ji bo ku tişt herin serî û mirov bi ser bikevin divê cehd û xebatê bikin…

متوفر في المخزون

رمز المنتج: 2494900000419 التصنيف: Translator: Publisher:

الوصف

المراجعات

لا توجد مراجعات بعد.

كن أول من يقيم “Çîrokên Semedê Bêhrengî 1”

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

معلومات إضافية

Latin title

Çîrokên Semedê Bêhrengî 1

Pages

136

الوزن 0,15 كيلوجرام
Language

الأبعاد 135 × 210 ميليميتر
Publication year

2022

Binding

Paperback

Select your currency
EUR يورو